Nivîsa min a yekem kurmancî û li ser helbesta kurdî li Gazete duvaR sınır weşandin, Alî Duran Topuz berpirsyarê Gazete duvaRê bû. Min peyamek jê re şand û got nivîsek kurmancî heye hûn dikarin parvebikin, got bişîne. Rêwitiya min û zimanê min ji wir destpêkir, sal 2019 bû. Pênç sal kêm zêde her hefte sınır weşandin. Pîştî Alî Duran Topuz dev ji berpirsiyariyê berde me jî navberkek kin dabû. Paşê demek kin berpirsiyarek din çizgi, me nenivîsî. Paşê Bariş Avşar bû berpirsyarê Gazete duvaR. Mala wî ava Ferhat Yaşar dîsa gazî me û nivîsan kir. Min qebûl kir, çimkî Bariş Avraş hebû, Heci Bişkin hebû û kedkarên ku rojnamegeriyê dikirin hebû.
Ji bo kurmancî platformek gelek berfireh bû, me xwe digîhiştan her xwînerên kurdî. Her nivîsên me deh hezaran dihatin xwendin. Kamuoya kurdî, çanda kurdî, çalakî û daxuyanî yên ku kurdan eleqeder dikir, bêşert û merc dihat parvekirin. Gelek nivîskarên kurd çi bi tirkî çi bi kurdî nivîsên xwe parvekirin. Li ser rexne û nirxandina edebiya kurdî cihek bêhampa bû.
Di bin berpirsyariya Bariş Avşar û Heci Bişkin me gelek salan li pişt xwe hişt. Ti car sansûr nekirin lê me jî heval û dostên xwe nekir nav zehmetiyê ji her tiştî haydar bûn. Rewşek wisa bû ku ji bilî kurdan ti kes xwe nêzîkî me nedikir. Di wê rewşê da di bin rêveberiya Avşar da hemû kedkarên duvaR hem destên xwe hem jî bedena xwe kiribûn bin kevir.
Cara ewil bû “ana akım medya” cîh dida kurmancî. Nivîsên min ne nivîsên kurt û kurmancî bûn. Gelek nivîsên min ji deh rûpelî pêk dihat. Rojnameger Ferhat Yaşar ku bi şev û roj istikrar kurdan were bihîstin bênavber dixebîtî, di wê navberê da tahminen heta şevên dereng li ser nivîsên min ê dirêj disekinî. Zehmete edîtori û redeksiyona dehan rûpelan bê kirin. Ji bo wî spasdarim Ferhat Yaşar. Me biryar da me got em ê her hefte binivîsin û em serketin.
Kurmancî xezîneyek bû û kêm be jî me wiya da îspatkirin. Wêjeya kurdî xurt bû me viya jî da îspatkirin. Divê Gazete duvaR nehatina girtin. İstikrar me bû, nivîsên cur bi cur me -kurmancî- xwend. Di vî wextê zehmet û dijwar da tabana li ser linga bimana, objektîf, xwedî îrade û nêrîna wê li ser heqîqetê bû. Kêm rojname henin ku wiya pêktînin. Ji bo aşîtiyê, ji bo demokrasiyê, mafên mirovahiyê karên bêhempa kirin. Li kû neheqiyê diqewimî rojnamegerên duvaR li wir bûn. Kê û kî ji demokrasiyê, ji mirovahiyê, ji wekhêviyê, ji çand û zimanê, ji pirdengî û pirrengtiyê bawer dike, tabana ku piştgiriyê bidanayê. Girtina Gazete duvaRê ji bo me nebaş bû, demek wisa da tabana ku qet nehatina girtin. Kedkarên duvaRê bênavber nûçeyên dirust, objektîf û li ser hesastiya rumeta mirovahiyê tevdigirt.
Wek tevgerek sîvîl bû, ji hemû welatiyan re xebîtî. Çi bêjim ew ê kêm bimîne, di dîroka şexsê min da cihek wiye taybet heye û ti car ew ê ney jibîrkirin. Rê li ber min vekir, ji min û nivîsên min bawerkirin û her hefte bidengê xwe yê xweser ez gîhiştim deh hezaran. İstikrar kurmancî digîhişt her derî. Ji Avrupayê bigrin heta amerikayê peyam dihat ji min re, her xwîner nêrînên xwe dinivîsand. duvaR wisa bi hêz bû. Dîsa spasdarim duvaR ji te re!
More Stories
Gazetecilik örgütleri: Algoritma değişikliği tek sesliliği dayatıyor
Gazete Duvar çalışanlarının vedası: Yenilmedik aslında, sadece biraz ileri gittik galiba…
Ceyhan Nehri’ndeki kirlilik için 21 numune alındı