Silav gelî xwînerên ezîz û delal ên GazeteDuvar, her wekî gelek ji we pê hesiyan, roja 6ê adarê ez tevî çend hevalan hatim binçavkirin. Sedem jî gelekî balkêş bû; seta hînkirina zimanê kurdî “Hînker” bi awayekî dîjîtal li ser hinekan hatiye girtin. Îcar hêzên ewlehiyê bi pey şopa wê ketine, ka kê, çawa ew pirtûk gihandiye wan kesan. Di dawiyê biryar dane ku nivîskarên pirtûkê bixin bin çavdêriyê û ji wan bipirsin ka ew pirtûk çawa belav bûye û di encamê de gihaştiye endamên rêxistineke nehênî.
Kesên ku bi karê weşangeriyê dadikevin baş dizanin ku nivîskar berhema xwe dinivîse û radestî weşanxaneyê dike. Piştî ku radestî weşanxaneyê kir, ew pirtûk ji bo çapê tê amadekirin. Dirûvê dawîn ê pirtûkê anku forma ku diçe çapxaneyê li bal nivîskaran jî peyda nabe. Heçî forma pdf ye, li bal gelek kesan peyda tabana, ji ber ku gelek kes dikarin pirtûkê sken bikin û biavêjin qada dîjîtal. Li aliyê din pirtûka ku bûye mijara lêpirsînê çapeke gelekî kevn e, ew êdî nayê çapkirin.
Aliyekî din ê mijarê jî heye; mesken pirtûk ji hêla Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi destê şîrketa Zend Bilim Kulturê ve hatiye çapkirin. Di sala 2016an de Komeleya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi KHKyê hate girtin, hêzên ewlehiyê avête ser navenda komeleyê, hemû tiştên li avahiyê hatin desteserkirin. Hemû kompîturên komeleyê û şîrketê hatin desteserkirin, pirtûkên Weşanên Enstîtuya Kurdî di wan kompîturan de bûn. Bi wî awayî hemû arşîva dîjîtal a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hate desteserkirin. Bi rastî ew lêpirsîn tiştekî sosret e, lewre ji bo nivîskar werin sûcdarkirin divê têkiliyeke rasterast di navbera wan kesên ku pirtûk bi wan re hatiye girtin û nivîskarên pirtûkê de hebe. Lê tiştekî wisa nîn e.
Bi rastî rêveberiya dewleteke ku xwedanê angaşta demokratîkbûnê ye, divê tiştên wiha eletewş neke. Heke bi rastî hinek şik û gumanên xurt hebin jî, ew dikarin gazî wan kesan bikin û îfadeya wan bigirin. Di ser çapkirina pirtûkê re gelek sal derbas bûne, nivîskarên wê her yek li bajarekî ye, cih û warê wan diyar e, cihekî ku pê de birevin jî nîn e. Pêwîst nake nîvê şevê biavêjin ser mala wan, wan bi rojan di bin hucreyê de bigirin. Li welatekî demokratîk konut tişt hata in, mirov bêsedem nayên mexdûrkirin.
Armanca vê nivîsê ne ravekirina mijarê ye. Heke doz were vekirin, em ê van tiştan li dadgehê jî bibêjin. Lê divê ez bidim xuyakirin ku bi van kirinan dixwazin têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî krîmînalîze bikin. Em vê yekê qebûl nakin, têkoşîn ziman û nasnameya çandî têkoşîna herî demokratîk û rewa ye.
Wekî encam, di serî de hevalên parêzer, ez dixwazim spasiya wan hemû heval û hogiran bikim ku bi awayên cur bi cur piştgiriya xwe nîşan dan. Zimanê me stêrka geş a li esmanê welatê me ye, dê her û her biçirûse.
Yazının Türkçesini buradan okunabilirsiniz.
More Stories
Ceyhan Nehri’ndeki kirlilik için 21 numune alındı
DEVA Partili Avşar: ‘Siyasal Alevicilik’ lafını yayanlar milli güvenlik sorunudur
Şırnak’ta 11 bölgeye girişler 15 gün boyunca yasaklandı